Îlon 16, 2018 20:04 Asia/Tehran
  • Zerîf xebatên robotên çêkirina hesabên li dijî îranî li twîterê rexne kir

Wezîrê karên derve yê Îranê girêdana hesabên bikarênerên îranî li twitterê rexne kir û bal kişand ser hin robotan ku ji bo rewacdayîna `guhertina nizamê` li vê tora civakî li halê xebatê ne.

 Li gorî rapora dayira giştî ya Wezareta karên derve, Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê roja yekşemiyê li twîtera xwe wek berteka li hember bernama  televîzyonî li bara robotên  ku hesabên sexte li twîterê çêkrine û hin mijar bona piştgiriya ji guherîna  nizama Îranê  diweşînin û nivîsî: Tewîta hesabên  bikarhênerên rastîn ên îranî ji wan televîzyon û xwendekaran bi vê tawanê ku ew pişkek ji operasyona  nifûzê ne , girêdide.

  Wezîrê karên dreve yê Îranê destnîşan kir: Li robotên  rastîn li Tîranayê ku bernama propagendeya guhertîna rejîmê li Îranê ku ji Waşengtonê  tên kontrolkirin, binêrin. Vê dawiyê kanala El-Cezîrê bernama  televîzyonî bi mijara  robotên  ku heasbên   bikarhênerên  sexte bo armancên  li dijî îranî çê dikin, weşand.