Îlon 16, 2018 19:06 Asia/Tehran
  •  Sertîp Heyderî: Tu xeterek Îranê tehdîd nake

Fermandê hêza bejahiyê ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Tu xeterk Îranê tehdîd nake û ti şerek li ber welêt nîne.

 Emîr sertîp Kiyûmers Heyderî roja yekşemê li Hemedanê li rojava Îranê û li nava koma nûçegîhanan bal kişand  ser rol û cih û şûna giring a şehîdên dewrana berevaniya pîroz bona ewlehî û aramiya  niha li Îranê û got: Rast e tu welatek gefê li Îranê naxwe, lê nabe em ji amadetiyê xafil bin û li gor fermanên Hz. Ayetullah Xamineyî, fermandê giranqedr ê gişt hêzan, em divê hertim xwe di çeperê de bibînin.

 Fermandê hêza bejahiyê ya artêşa Komara  Îslamî ya Îranê her wiha bal kişand  ser qawet û hêza bergîriyê ya Îranê û destnîşan kir: Welatên ku li hêla dijminên Îranê ne û dewa bikaranîna hêzên leşkerî li dij welatê me dikirin roja îro berê xwe dane fêl û fendên neleşkerî û eva encama  beşdarî, rawestan û cihhatina xala sekinîna ser piyê xwe li nava hêzên çekdar ên Îranê ye. 

 Sertîp Heyderî destnîşan kir: Hemî kelûmelên eskerî û hêzên çekdarên Îranê berhemên navxweyî û xwecî ne û Komara Îslamî ya Îranê qet pişta xwe bi biyaniyan re  girênedaye .

 Fermandê hêza bejahiyê ya artêşa Komara  Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Hêzên çekdar ên Îranê, îro gihêştine qawetekê ku dê bersiva her gefeke muhtemel  bi tundî bidin.