Îlon 16, 2018 18:39 Asia/Tehran
  • Admîral Xanzadî: Îran plana çêkirina gemîyên binavî yên giran dadirêje

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê ragihand ku ev Hêza plana çêkirina gemîyên binavî (Noqav) yên giran dadirêje.

Edmîral Hisên Xanzadî fermandeyê Hêza Deryayî ya Arêtşa Komara Islamî ya Îranê bi gotina vîya ku gemîyên binavî yên asta Fatih û Xedîrê tam xwecih in û li Îranê hatine çêkirinê, dîyar kir: Armanca me çêkirina gemîyên binavî yên giran e.

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê bi gotina vîya ku boykot ji bo hêzên çekdar ên Îranê derfeteke zêrîn bû, ragihand: Mînaka berbiçav a sûdwergirtina ji serdema boykotê, teimîrkirin û nûjenkirina gemîya binavî ya asta Tariq e ku çend welatên din wê cûra gemîyê li oqyanûsa Hindê bi kar tînin lê bi vê ferqê ku ew ji bo teimîrkirin û nûjenkirinê hela jî hewcedarê welatê çêkirê gemîyê ne. Eva li halekî ye ku pispor û ciwanên îranî bi hewildana xwe karîn gemîyên wê astê teimîr û biroj bikin.