Kiryara li dijî Îranê ya serokkomarê Emerîkayê li Şamê hat şermezarkirin
Komek ji gelê Sûriyê û iraqiyên rûniştiyê vî welatî li ber balyozxana Îranê li Şamê civiyan û kiryara li dijî îranî ya Donald Trump, serokomarê Emerîkayê şermezar kirin.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ay IRNAyê,, beşdarên vê kombûnê, hevgirtina xwe bi gel û dewleta Îranê raghandin û kiryara yekalî ya Emerîkayê ya derketina ji rêketina navokî şermrzar kirin.
Cewad Turkabadî, balyozê Îranê li Sûriyê ji piştgiriya gelên navçê ji Komara Îslamî ya Îranê sipasî kir û got: piştgiriya gelanî ji Îranê nîşana cih û şûna bilind a vî welatî bona piştgiriya ji mezlûman e.
Muhemed Mûsewî, nûnerê tevegra Nucebayê li Sûriyê jî got: Komara îslamî ya Îranê, helwestên rohn û zelal li hember welatên din heye û ji gelê mezlûm ê navçê bi başî piştgiriyê dike.
Wezareta karên derve ya Sûriyê jî heftiya buhurî, kiryara li dijî îranî ya serokkomarê Emerîkayê şermezar kir û cardinê ser peywendiyên baş ên vî welatî tev Komara Îslamî ya Îranê li gişt waran sekinî.
Trump serokkomarê Amerîka heştê meha Gulana 2018` an bi dubarekirina tawanên pûç li dijî Îranê, derketina Waşengtonê ji rêketinnama navokî û vegeryana boykotên navokî li dijî Îranê di 3 heya 6 mehên din raghand.
Trump duşemiyê 6 Tebaxê jî li fermanekê, hin boykotên neqanûnî yên vî welatî li dijî Îranê li pişka çêkirina trimbêlan û zêran zivirandin.