Qasimî: Kivşkirina xetên destpêkê û parvekirina Deryaya Xezerê li civîna Qazaqistanê nakevin rojevê
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê got: Kivşkirina xetên destpêkê û parvekirina Deryaya Xezerê ne mijarên gotûbêja li civîna Qazaqistanê ne.
Pêncemîn civîna serokên 5 welatên dorhêla Deryaya Xezerê îro bi amadebûna Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê li Bendera Oktao ya Qazaqistanê destpê bû.
Behram Qasimî îro derbarê mêhwerên civîna serokên 5 welatên derdora Deryaya Xezerê de herwiha got: Konvansyona ku îro ji hêla serokên 5 welatên derdora Deryaya Xezerê va hat wajokirinê, çarçovên giştî yên hevkarîyan û isûlên bingehîn ên têkildarî pergala hiqûqî ya Deryaya Xezerê kivş dike.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Li gorî taybetbûna Deryaya Xezerê, pergala hiqûqî ya vê deryayê jî yê derveyî konvansyonên heyî were amadekirin û cihanînê.
Qasimî pêşbînîyên derbarê vê yekê ku konvansyona kivşkirina pergala hiqûqê ya Deryaya Xezerê sînor û pişka welatên derdora vê deryayê û parvekirina wê kivş dike ret kirin û got: Perravên deryaya Xezerê taybetmendîyên xwe hene ku hewcedarê gotûbêjên zêdetir ên şareza û pisporên vî warî ne.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Yek ji destkevtên civîna Qazaqistanê ew e ku tu welatekî mafê deryagerîya leşkerî û neleşkerî û damezirandina baregehan li deryaya Xezerê tineye û 5 welatên derdora vê deryayê jî rê nadin welatên din derya, erd û esmîn ji bo êrişa ser her yek ji welatên dorhêla Xezerê bi kar bîne.