Tebax 10, 2018 11:27 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Şandiyê taybet ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi serokomarê Tirkiyê ra

Şandiyê taybet ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Enqerê, Mehmûdê Waizî êvara cPêncşemiyê digel Erdoxanê serokomarê Tirkiyê hevdîtin pêk anî û peyama nivîskî ya Hesen Rûhanî da wî.

Li gorî rapora IRNAyê, Şandiyê taybet ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê li vê hevdîtinê derbarê dawîn guhertinên têkildarî Lihevkirina Atomî û helwêstên Komara îslamî ya Îranê li vî warî da bi Erdoxên ra axivî û li ser vîn û iradeya Îranê ya berxwedayînê heta pûşmankirina Amerîkayê ji biryara xwe pêgirî kir.

Erdoxanê serokomarê Tirkiyê jî li vê hevdîtinê tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji wergirtina peyama serokomarê Îranê û tevî ragihandina iradeya Enqerê ji bo dewama hevkariya bi Têhranê ra, drbarê riyên tlêkildarî çawaniya berfirehkirina herî pirtir a danûstandinên navbera du welatan û wêdadayîna berbendên hitmalî pêgirî kir.

Erdoxanê serokomarê Tirkiyê hêviya xwe da diyarkirin ku di pêşerojeka nêzik da serkomarê Îranê bibîne.

Waizî, Şandiyê taybet ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê berioya hevdîtina bi Erdoxanê serokoamrê Tirkiyê ra, digel Mewlûd Çawûşoxlûyê wezîrê karên derve û Roxsar Pekcan, wezîrê bazirganiyê yê Tirkiyê, ra hevdîtin û gotûbêj kir.