Tîrmeh 13, 2018 17:59 Asia/Tehran
  • Nunerê Îranê li OPEC`ê: Trump têkildarî jordabirina asta derxistina niftê bêvêhî bûye

Nunerê Îranê li Sazîya Welatên Firoşerê Niftê (OPEC) got: Serokomarê Amerîkayê ji jordabirina asta derxistina niftê bêhêvî bûye û têkildarî şîyana Erebistan û Ûrsêtê ji bo jordabirina asta derxistina niftê şikber e.

Hisên Kazimpûr-Erdebîlî li hevpeyvîna digela ajansa nûçan a Reutersê, bal kişand ser vê yekê ku Ûrsêt nikare berhemanîna di rojê de ji 200 hezar bermîlî jorda bibe û ragihand: Asta nifta ku welatên endam û ne-endam ên OPEC`ê di meha Hezîranê de derxistine anegorî asta meha Gulana sala 2018`an tenê 170 hezar bermîl kêmtir bûye ku ev yeka bûye sedema matmayîbûna Donald Trump serokomarê Amerîkayê.

Kazimpûr-Erdebîlî jordaçûna bihaya cîhaîn ya niftê encama sîyasetên boykotkirinê yên Amerîkayê zanî û got: Jordaçûna bihaya niftê bûye sedema jordaçûna xercên mesrefa enerjîyê li Ewropa, Japon, Çîn û Hindê û vê rewşê jî wek teirifeyên ticarî yên ku Waşîngtonê sepandine, bandora xirab li demajoya geşatîya aborîyê ya van welatana kirîye.

Nunerê Îranê li OPEC`ê pêgirî kir: Bihaya giran a niftê dibe sedema sistbûna geşatîya aborîya cîhanê jî.

Ajansa Navnetewî ya Enerjîyê duh li rapora xwe ragihand ku asta derxistina niftê ya welatên endam û ne-endam ên OPEC`ê di meha Hezîranê de anegorî meha Gulanê di rojê de 230 hezar bermîl zêdetir bûye.

Amerîkayê piştî vekişîna ji rêketinama atomî ji hevpeymanên xwe xwestîye ku wek pişkeke boykotên aborîyê yên dijî Têhranê, nifta Îranê qet nekirrin.