Tîrmeh 11, 2018 12:04 Asia/Tehran
  • Qasimî: Îradeya aliyên mayî di nav rêketina navokî raberkirina garantiyê bo Îranê ye

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê bal kişande ser civîna komîsiyona hevpar a rêketina navokî li Viyenayê û got: "Aliyên ewrûpî, Çîn û Rûsiyayê bona dewama rêketina navokî û dayîna zimanetên pêwîst bo Îranê bona dewama vê rêketinê, îradeyeka baş a siyasî nîşan dane".

Komîsiyona hevpar a rêketina navokî bi amadebûna wezîrê karên derve yê Îranê û hevtayên wî yên Almanî, Fransî, Ingilîzî, Çînî û ûris û Fedrîka Mogirînî berpirsa siyaseta derve ya Yeketiya Ewrûpa piştî derketina Amerîkayê ji vê rêketinê îniya bihurî li Viyenayê birê ket.

Behram Qasimî duh sêşemê li gotûbêja xwe ya tev IRIB Newsê, gotûbêjên Komîsiyona hevpar a rêketina navokî li Viyenayê pêngaveka ber bi pêş da zanîn û destnîşan kir: Li daxûyaniya kutahiya vê civînê ser îrade û vîna welatên Yeketiya Ewrûpayê li ragihandina neyariya eşkera li ser derketina Amerîka ji vê rêketinê û dewama hizûra Îranê li nav vê rêketina navnetewî hatiye destnîşankirn.

Qasimî destnîşan kir: Gotûbêjên komîsiyona hevpar a rêketina navokî bona destpeydakirina ser rêçareyekê ji bo rezamendiya Îranê û çawaniya zimanetên ewrûpiyan bo Îranê dê bê domandin.