Hezîran 14, 2018 19:54 Asia/Tehran
  • Zerîf: Nêhrîna Kanadayê ser Îranê şaş e

Wezîrê karên derve yê Îranê li berteka pilana dijî Îranê ku li parlemana Kanadayê pejirî got: Mixabin li nav Kanadayê têgihêştin û nêhrîna şaş li ser Komara îslamî ya Îranê hebûye û her niha jî heye.

Meclisa Nûnerên Kanadayê sêşemê pilanekî dijî Îranê pejirand ku dewleta vî welatî li ser her cure gotûbêjekî bona birêxistina peywendiyên siyasî , qedexe kir.

Muhemed Cewad Zerîf çarşemê şev li press konferansa xwe ya li firokexana Protoryayê paytexta Afrîqaya Başûrî destnîşan kir; Her çend dewleta Kanadayê hatiye guhartin û dewlet bi nêhrîneke nû dixebite, lê zextûzora ji aliyê komên fanatîk ser dewleta Kanadayê hîn jî berdewam e.

Zerîf bal kişande ser viya ku ev siyaseta dê ser zerera Kanadayê bibe û li çarçîva parastina aşitî û ewlehiya navnetewî nîne û destnîşan kir; Welatên rojava bila bi siyaseteke bêteref li bara Komara îslamî ya Îranê biryarê bidin.

Zerîf destnîşan kir: Hin şaşitî hevalbendên welatên rojavayî li navçê cih anîne û cinayet kirine, lê rojava çavên xwe li ser van cinayetan girtine û bêdeng maye û Komara îslamî ya Îranê bê heger bi hin cinayetan tê tometbarkirin ku hevalbendên wan bi xwe li navçê ew cinayetane cih anîne.