Meşa sernaserî ya gelê Îranê ji bo şermezarkirina cinayetên Rejîma Siyonîstî
Li Yekim îniya meha pîroz a Remezanê, meşa seranserî ya gelê Îranê bona şermezarkirina cinayetên Siyonîstî li dijî gelê Filistînê hat li darxistin.
Çîn û qatên curbicure xelkê Îrana Îslamî roja îniyê li duwem roja meha pîroz a Remezanê piştî lidarxistina merasima nimêja îniyê derketin kolan û çarsiyan, û cinayetên hovane yên siyonîstan li roja Nikbetê û her wiha guhsetina balyzoxana Emerîkayê bo Beytulmuqedesê şermezar kirin.
Beşdarên meşê bona şermezarkirina cinayetên Emerîka û Rejîma Îsraîlê li navçê û bêdengiya rêxistinên navneteweyî li hember van cinayetana , slogana mirin bo Îsraîlê, mirin bo Emerîkayê, mirin bo Alê siûd û Heyhat Mine zille avêtin.
Xelkê navçên cîhanê jî li rojên buhurî li şermezarkirina cinayetên Rejîma Siyonstî ku li roja nikbetê bi dehan filistînî şehîd kirin, meşa nerazîbûnê li darxistin û bêdengiya civaka cîhanî li hember vê cinayetê şermezar kirin.
Duşemiya buhurî,14 Gulanê, hevgavê guhestina balyozxana Emerîkayê ji Telavîvê bo Qudsa dagirbûyî û li saya bêdengiya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, eskerên Rejîma Siyonîstî zêde ji 60 filistînî ji wan 8 zarok bi derba gullê şehîd kirin û nêzîkî 3 hezar kes jî birîndar kirin.