Erkantiya giştî ya hêzên Çekdar ên Îranê: Têkçûna Rejîma Siyonîst dest pê bûye
Erkantiya giştî ya hêzên Çekdar ên Îranê bêdengiya civakên navneteweyî li hember kuştina xelkê Filistînê bi destê siyonîstan rexne kir û teqez kir: Hejmartina berûvajî ji bo têkçûna Rejîma Siyonîstî destpê bûye.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Erkantiya giştî ya hêzên Çekdar ên Îranê roja çarşemiyê li daxûyaniyekê raghand: Kiryara cinayetkarane ya siyonîstan derheq kuştina filistîniyan dê alîkariya hevdengî û yekitiya gelê misilman û mafxwaz û li pêşeroja ne ewqas dûr, dê emrê Rejîma dagirkirê Qudsê heta hetayê dawî bibe.
Erkantiya giştî ya hêzên Çekdar ên Îranê her wiha guhestina balyozxna Emerîkayê ji Telavîvê bo Qudsê şermezar kir û destnîaşn kir: Ev biryara fitnekirane Ya Emerîkayê cardinê mahiyet vê dewleta cinayetkar li pêkanîna alozî û bêewlehiyê li navçeyê li ber çavê cîhanê eşkere kir.
Li vê daxûyaniyî her wiha hatiye: kiryara kirêt a serokkomarê Emerîkayê ne tenê dê binghên sist û lawaz ên Rejîma Siyionîstî qahêm neke belkî xwînên paqij a şehîd û têkoşerên filistînî bi taybet jin û zarok û kalên bêguneh, dê mizgîna geşatiya întifaza gelê Filistînê li dijî vê kiryara destdirkirane bîne.
Duşemiya buhurî,14 Gulanê, hevgavê guhestina balyozxana Emerîkayê ji Telavîvê bo Qudsa dagirbûyî û li saya bêdengiya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, eskerên Rejîma Siyonîstî zêde ji 60 filistînî ji wan 8 zarok bi derba gullê şehîd kirin û nêzîkî 3 hezar kes jî birîndar kirin.