Nîsan 15, 2018 20:23 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Êrişa Amerîka, Fransa û Ingilîsê ser Sûrîyê, destdirêjî bû

Serokê Komara Islamî ya Îranê êrişa Amerîka, Fransa û Ingilîsê ser Sûrîyê bi heceta bikaranîna çekên kîmyewî, destdirêjî û ji bo xurtkirina vîn û morala têrorîstên işkestxwarî li vî welatî zanî.

Hesen Rûhanî îro li peywendîya telefonî digel Vladmîr Pûtîn serokomarê Rûsîyê got: Heke destdirêjî û binpêkirina aşkira ya qanûnên navnetewî bi hêsanî û bêyî dayîna berdêlê ji hêla sebebkar û bikirên wê va pêkan be, divê em bêistiqrarîyên nû li pergala navçê û navdewletî bibînin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Vê destdirêjîya amerîkîyan nîşan da ku wan têkilîyeke rasterast bi têrorîstan ra hene û dema ku hesta wê kirin ku têrorîst ji navçên girîng ên wek Xûteya Rojhilatê hatin derxistinê, wiha bertek nîşan dan.

Rûhanî herwiha got: Êrişa Amerîkayê û hevpeymanên wê ser Sûrîyê nîşan da ku em di têkoşîna teqîl a dijî têrorîsmê li Sûrîyê da bi pirsgirêk û meseleyên nû re rûbirû ne û divê me rawêjkarî û hevkarîyeke zêdetir hebe.

Serokê Komara Islamî ya Îranê bi gotina vîya ku divê ji bo çareserkirina qeyrana Sûrîyê em lezê bidin pêngavên xwe, pêgirî kir: Komara Islamî ya Îranê amade ye hevkarîyên digel Ûrsêtê di çarçovên dualî û sêalî da zêde bike.

Vladmîr Pûtîn serokomarê Rûsîyê jî bal kişand ser vîya ku Îran û Rûsîyê têkildarî gellek mesele û mijarên navçeyî û navnetewî nêrîneke hevpar hene û got: Êrişa Amerîkayê û welatên rojavayî ser Sûrîyê bi her hecetekê be, binpêkirina berfire û giran a qanûnên navnetewî ye.

Pûtîn got: Ev kiryara Amerîkayê û hevpeymanên wê cinayeta navnetewî û destdirêjî ye û heceta bikaranîna çekên kîmyewî li Sûrîyê jî pûç û derew e.

Serokomarê Rûsîyê pêgirî kir: Kiryarên destdirêjkarane nikarin hewildanên me di rêya têkoşîna dijî têrorîsm û tundrêtîyê li navçê nemaze li Sûrîyê da asteng bikin û divê rawêjkarî û peywendîyên sêalî yên Rûsîye, Îran û Tirkîyê ji bo berfirekirina aştî û istiqrarê û destpêkirina gotûbêjê li Sûrîyê bidomin.