Adar 14, 2018 16:16 Asia/Tehran
  •  Qasimî: Hizûra Îranê li navçê ji bo alîkariya bo ewlehiya navçê ye

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Ji ber cih û şûna Komara Îslamî ya Îranê li Rojhilata Navînê, Îran bo alîkariya bo dabînkirina ewlehiyê li navçê, hizûra zatî û xwezayî heye.

 Li gorî rapora nûçegîhanê IRIB News`ê, li beşa dervey sînoran, Behram Qasimî, roja çarşemiyê li civîna rojnamevaniyê li Têhranê, li bara  gefên  nû yên  serokkomarê Emerîkayê li dijî Îranê got: Îranê bi dîrok û medeniyeta mezin li her derê cîhanê beşdariyeke  erênî  hebûye û heye.

 Donald Trump serokkomarê Emerîkayê roja sêşemiyê li nava koma  tifingdarên  emerîkî li eyaleta Kalîforniyayê, îdia kiribû: Îran li pişt hemî pirsgirêkên Rojhilata  Navîn e.

 Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir:Hevkariya misteşarî ya Îranê li Sûriyê jî ji bo alîkariya  bo ewlehî û vegeryana  aramiyê bo vî welatî bûye û em hêvî dikin qeyrana  Sûriyê bi zûtirkê were çareserkirin.

 Qasimî, bal kişand  ser vê yekê ku  dabînkirina  ewlehî û aramiya navçê hevcedarê hevkariya komî ye û got: Mixabin  hin welatên  navçê, xêncî viya ku  ji bo aşitî û ewlehiya navçê karekî nakin belkî  lê dixebitin  ewlehiyê ji welatên din bikrin.

 Wî her wiha li bara lidarxistina  civîna  komîsyona hevpar a rêketinnama navokî li Viyenê ku roja îniyê, 16 Adarê dê were li dar xistin got: Li vê civînê, dê pirsgirêk û bêsoziyên  aliyên din ku ji aliyê Emerîkayê cih hatine, dê werin şopandin.

  Behram Qasimî, armanca sefera wezîrê karên derev yê Îarnê bo Komara Azerbaycanê nêzîkbûna  welatên navçê da aznîn û destnîşan kir: v sefera  li çarçoveya  aşitî û aramiya navçê ye û divê li warê rawestana  li ber terorîzm û dabînkirina  ewlehiya navçê hevkariyê bikin.

 Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê li bara muzakirên  Emerîka û Koreya bakurî jî destnîşan kir: Îran ji her cure hewldana  ji bo aşitî û aramiya cîhanî piştgiriyê dike lê di pratîkê de hatiye îsbatkirin ku nikarin  baweriya xwe li  nihêrîn û gotinên Emerîkayê bînin.

Qasimî her wiha  li bersiva pirsa nûçegîhanê  IRIB Newsê têkildarê sekinîna  wezîrê karên dere yê Îranê ser beşdariya  Pakistanê li proja  boriya  niftê got: Wezareta Karên derve  ya Îranê berfirehkirina  hevkariyên  aborî dişopîne û cihanîna vê projê dê alîkariya  peywendiya  welatên navçê bike.