Adar 14, 2018 14:17 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Em ê bi cidî sizakirina êrişkarên ser balyuzxana Îranê li Londonê bişopînin

Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Pêvajoya mehkemekirina êrişkarên ser balyuzxana Îranê li Londonê berdewam dike û wezareta derve ya Îranê bi cidî sizakirina van kesana dişopîne.

Li gor rapora IRNA, Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Ebas Iraqçî îro li kêleka rûniştina Komîsiyona Ewlekariya Neteweyî û Siyaseta derve ya Meclisa şêwra Îslamî ya Îranê got: Wezareta derve ya Îranê niha mijûlî şopandina sistiya polîs Brîtanyayê derheq parstina balyuzxana Îranê li Londonê ye.

Iraqçî got: Li vê babetê de dewleta Brîtanyayê bi fermî ji Îranê daxwaza bexşandinê kiriye û soz daye wê ewlekariya balyuzxana Îranê zêde bike û li vê çarçovê de gavên pêwîst rakirine.

Êrişkarên ser balyuzxana Îranê li Londonê xwe piştgirên Firqeya Şîrazî dane zanînê. Ev firqeya li bin bandorê Sadiq Şîrazî ye û pê re Şîeyên Îngilîzî jî dibêjin ku li nirxên ehlê sunetê îhanet dikin.

Iraqçî li ser êrişa ser cihê mayîn sefîrê Îranê li Utrîşê jî got: Ev bûyera niha tê şopandin û wezareta derve li temas û pêwendiya bi welatên ewropî ji wan xwestiye ku parastina canê dîplomat û karmendên îranî û navendên îranî cidî bizanin û gavên pêdivî li vê babetê rakin.

Serokê Komîsiyona Ewlekariya Neteweyî û Siyaseta derve ya Meclisa şêwra Îslamî ya Îranê Elaedîn Birûcerdî jî li bara êrişa ser balyuzxana Îranê li Londonê got: Dewleta Brîtanyayê li vî warî de kêmasî kiriye û divê rayedarên vî welatî bi awayekî tev negerin ku Îran neçar bibe ji bo parastina berjiwendiyên xwe yên neteweyî biryareke din bide.