Adar 13, 2018 18:51 Asia/Tehran
  • Zerîf: Amerîka di cihekê da nîne ku ji bo Lihevkirina Navokî mercan dayne

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamiya Îranê got: Amerîka qet li cih û şûnekê da nine ku bixweze Lihevkirina Navokî re şertan dayne.

Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê, roja sêşemê bi weşandina peyamekê li Twiterr`ê nivîsî: Min ji Hemîd Meîr, pêşkêşvanê kanala Jeo News a Pakistanê re got ku eva  ku kes nikare karê serokomarê Amerîkayê Donald Trump pêşbînî bike û pişta xwe pê rast bike, , dibe sedem ku kes nexweze pê re bikeve têkiliyê.

Wezîrê karên derve yê Îranê pêgîrî kir: Eger îmzeya Amerîkayê tenê çar salan hitbara xwe hebe, kes hez nake bi Koşka Sipî re li hev bike.

Lihevkirina Navokî ya Îranê û koma 5+1`ê (Ingilistan, Fransa, Rûsye, Çîn, Amerîka û Almanya) ji Çiley sala 2016`an ve cih tê, lê dwewleta Amerîkayê wekî yek ji endamên vê komê, hertim bona cihanîna Lihevkirina Navokî bêsoziyan dike.

Amerîka hewl dide li gorî nihêrîna xwe Lihevkirina Navokî serrast bike, lê Komara Îslamî ya Îranê pêgîrî kiriye heta peyvek jî wê li Lihevkirina Navokî zêde nebe yan jî jê kêm nebe jî.