Sibat 15, 2018 10:46 Asia/Tehran
  • Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê: Îranê li dijî zêdebûna kêşe û pevçûnan li navçeyê ye

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: "Komara Îslamî ya Îranê wek welatekî dîrokî û li ser şopa aqilmendiyê, aram û aramker, tu pêwîstiyekê li warê zêdebûna kêşe û pevçûnan li navçeyê nabîne".

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Behram Qasimî derheq helwêsta dewleta Almanyayê li warê rola Îranê li warê zêdekirina kêşeya digelê Rêjîma Siyonîst piştî sernixûnkirina firokeya şêrr a vê rêjîmê li Sûriyê, got: "Eva rêjîma destdirêjker û dagirker a siyonîst e ku ewlehî, tenahî û aramiya navçeyê tûşî xetera ciddî kiriye; Lewma divê lome li vê rêjîmê bên kirinê".

Qasimî destnîşan kir: "Komara Îslamî ya Îranê berevaniya dewleta qanûnî ya Sûriyê ji yekparçetî û serweriya xwe ya neteweyî li hemberî her cûre destdirêjiyekê mafê qanûnîn û rewa yê vî welatî dizane û di eynî demê da, îdiaya hebûna rola Komara Îslamî ya Îranê li bûuyera xistina xwarê ya firokeya şêrr a Rêjîma Siyonîst li Sûriyê bêbingeh û pûç dizane û bawer e ku ev yek derew e".

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: "Siyaseta Komara Îslamî ya Îranê zêdekirina kêşeyan li navçeyê nîne; Lê bi bawer e ku civaka navneteweyî û welatên dinyayê gereku li hemberî dagirkerî û desydirêjiyên li pey hev û bêewlehkirinên Rêjîma Siyonîst pêngaveka bilind û bingehîn rakin û bersiveka qahîm û tund bidin kiryar û propagandaya derew û şerxwaziya rêjîma ku dewama jiyana xwe ya nerewa û sexte bi pêkanîna kêşe û aloziyan li navçeyê va girêdaye".