Sibat 14, 2018 19:07 Asia/Tehran
  • Mîrê Kuwêytê pesna rola Îranê ya li ji bo istiqrara aborî li Iraqê da

Mîrê Kuwêytê qedrê rola Komara îslamiya Îranê ya li şerrê dijî DAIŞ`ê û alîkariya bo istiqrar û geşatiya aboriya Iraqê girîng da zanîn û pesna wê da.

Şêx Sebah El Ehmed El Cabir El Sebah, Mîrê Kuwêytê, roja \ar]emiy; li hevd'tina bi Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê li Kuweytê, got: Hemî pirsgirêk û nakokiyên di navbera  welatên navçê de divê bi gotûbêj û tivdîra dewletên navçê çareser bibin.

Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê ku ji bo beşdariya li Civîna Navneteweyî ya Ji nûveavakirina Iraqê seredana Kuweytê kiriye, li vê hevdîtinê, hewldanên Şêx Sebah El Ehmed El Cabir El Sebah, jibo navbeynkariya li qeyranên niha yên navçê, hêjayî qedr û sipasiyê dan zanîn û hêvîdariya xwe diyar kir  ev hewldan bigihîjin encamên baş.

Wezîrê karên derve yê Îranê û mîrê Kuweytê, herwiha li ser pêwîstiya berfirehkirina peywendiyên di navbera Îran û Kuweytê de û zêdebûna peywendiyên rasterast ên di navbera berpirsên payebilind ên her du welatan de pêgîrî kirin.

Civîna Navneteweyî ya Jinûveavakirina Iraqê ji roja duşemiyê, 12`ê Sibatê ve bo mideha sê rojan li Kuweytê û bi beşdariya çalakvanên li karên bankî, bazirgan û rayedarên siyasî yên zêde ji 50 welatên cîhanê, karê xwe destpê kiriye.