Sibat 12, 2018 11:11 Asia/Tehran
  • Qedrzaniya Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî ji xelkê welêt bona pişkdariya wan a bi coş li meşa 22 Behmenê

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî li peyama xwe ya yekşemê şev ji hizûra hemasî û bi coş a gelê Îranê li meşa yewmullaha 22 behmenê qedrzanî kir.

Li gor rapora IRIB News`ê, Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamîli vê peyama xwe destnîşan kir: "Mezinatiya meşa gelê Îranê li 22 behmenê (11ê Sibatê) ku ser bawera karzanên rastîn , ji salên berê jî xelkê bi coştir pişkdariya vê meşê kiribûn, bersivekî qahîm bi hêz bû ji bo biyaniyan, dijminan û kesên sist peyman".

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî bal kişande ser viya ku dijmin bi palpiştiya agehdariya xwe ya şaş û batil ku ji Îran û îranî hebû , hemû hêz û qaweta xwe bi kar girt bona ku rêûresma 22 behmena îsal bi coş birêve neçe û yan jî belkî ev rêûresma bibe rêûresma dijî 22 behmenê got: "Gelê Îranê hema bi pişkdariya xwe li vê rêûresmê zindîbûn û bi hêzbûna inqilabê nîşanî dijmin dan û sozdariya bo armancên Îmam Xumêyînî (Re) xîmdarê Komara îslamî ya Îranê pê diroşmên xwe û hizûra germ a xwe û bi dengê xwe yê bilind nîşan dan".

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî bal kişande ser viya ku îrade û agehdariya gelê Îranê rudawek mezin û ecêb afirand ragihand: "Dengê gelê Îranê dijmin paşda dizivirîne û û îradeya gel nêhrîna şaşe dijmin têk dide".

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî ji berpirsên welêt xwest ku nirx vê yekê bizanibin û bi berxwedana tam û rûhiyeta cîhadî û xebata cîhadî xizmeta xelkê bikin û ji armancên inqilabê berevaniyê bikin.