Çile 14, 2018 12:48 Asia/Tehran
  • Iraqçî: ``Îranê Amerîka li bara mesela rêketina navokî, bi tenê hişt``

Alîkarê hiqûqî û navneteweyî yê wezîrê karên derve yê Îranê got: ``Li şerê dîplomatîk di navbera Îranê û Amerîkayê, Îran serket û karî hevalbendên ewrûpî yên Amerîkayê ji vî welatî cuda bike û li ser rêketina navokî Amerîka bi tenê ma``.

Seyd Ebas Iraqçî, alîkarê hiqûqî û navneteweyî yê wezîrê karên derve yê Îranê li gotûbêja xwe ya şemê şev tev telivîzyona Komara îslamî ya Îranê li bara siyaseta Amerîkayê li bara rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 ragihand: ``Donald Trump serokkomarê Amerîkayê bona jinavbirina vê rêketinê yan guhartina xalên vê rêketinê gelek xebitî lê her car rastî işkestê hat``.

Alîkarê hiqûqî û navneteweyî yê wezîrê karên derve yê Îranê ragihand: ``Piştî ku Trump li Amerîka bû serokkomar digot ez vê rêketinê dê bidirînim û li vê barê her karek ji destê wî dihat kir û zextûzor anî ser hevalbendên xwe yên ewrûpî ji bo gotûbêja ducarî tev îranê lê dîsa jî siyasetên wî rastî işkestê hatin``.

Seyd Ebas Iraqçî ragihand ku ``Trump li Cotmeha sala 2017 jî gef xwaribû ku eger Kongireya Amerîkayê nekaribe bi alîkariya hevalbendên xwe reforman di rêketina navokî da çêbike, ew bi xwe dê kutahiyê bide vê rêketinê ku dîsa jî vê gotina Trump serê xwe negirt``.

Wî bal kişande ser piştevaniya navnetewî ji rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 û ragihand: ``Li vê sala bihurî û li ser vê rêketinê, bi caran Trump li vê barê bi tenê maye û rastî işkestê hatiye û gotinên wî serê xwe negirtine ku eva nîşana serketina dîplomasiya Îranê ye``.

Seyd Ebas Iraqçî got: ``Gotinên Trump yên ku her car dibêje ku ew rêketina navokî îmza nake dijî xalên 26, 28 û 29 yê vê rêketinê ye û îdî kes gotinên Trump bawer nake û kifşe ku ev gefên wiha hema pûç in``.

Seyd Ebas Iraqçî herwisa got: ``Siyaseta Îranê hertim zelal û eşkera bûye û bi caran Têhranê ragihandiye li ser karayiyên berevanî û mûşekî yên xwe bi tu aliyekê ra gotûbêjê nake``.