Kanûn 06, 2017 15:36 Asia/Tehran
  • Rêberê inqilabê: Rêjîma Sîyonîst û dûvikên wê, Firewnên roja îro ya cîhanê ne

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî, Amerîka, Rêjîma Sîyonîst û paşvero û kirêgirtîyên zilhêzan, `` firewnên roja îro ya cîhanê`` bi nav kirin û got: Hin sîyasetvanên amerîkî mukur hatine ku divê li rojavaya Asyayê şer û pevçûn birê bikeve ta ku Rêjîma Sîyonîst ewleh bimîne û cîhana birîndar a islamê nekare li pêş bikeve.

Hezretê ayetulah Xaminêyî di salroja bimbarek a jidêbûna hezretê Mihemed (S) pêxemberê hêja yê islamê û Îmam Ceiferê Sadiq (S) de li hevdîtina digel serokên her sê dezgehên birêvebirina welêt, hejmarek berpirsên welêt, sefîrên welatên islamî û mêvanên pişkdarê Konfiransa Tifaqa Islamî, ji ber peyrevîya hin hikimdarên navçê ji daxwazên Amerîkayê mixabinîya xwe ya kûr nîşan da û got: Komara Islamî ya Îranê tu qesdek ji bo nakokîya digel dewletên misilman tineye û çawan ku li nav welêt, tifaq û biratî serdest kirîye, li cîhana islamê jî bawerîya xwe li tifaq û yekitîyê heye û hez dike vê mijarê bişopîne.

Rêberê giranqedir ê inqilabê pêgirî kir: Helwesta me li hemberî hakimên peyrevê Amerîkayê li navçê, helwesta nesîhet û şîretê ye û em temîyê li wan dikin ku xizmeta bo zalimên cîhanî ser zîyana wan xwe ye û li gorî Quranê, hevrêtîya digel zaliman encamek bilî jinavçûnê tineye.

Wî armanca dawîn a dijminan têkildarî pêkanîna komên tekfîrî, birêxistina şerê Şîe û Sune zanî û got: Xwedê dijminên me ehmeq afirandine û ev yeka bûye sebeb ku armanca dijminên islamê yanî şerê mezhebî serêxwe negire û bi hezkirina Xwedê yê di pêşerojê de jî pêk neyê.

Hezretê ayetulah Xaminêyî, tifaqa ometa islamî û berxwedana li hemberî sîyonîzmê û dijminên din ên islamê dermanê derdên cîhana islamê û rêya bidestxistina hêz û rûmetê zanî û pêgirî kir: Meseleya Filistînê roja îro di serê meseleyên sîyasî yên ometa islamê de ye û her kes erkdar e ku ji bo azadkirin û rizgarkirina gelê Filistînê hewl bide.

Rêberê giranqedir ê inqilabê, idiaya dijminên islamê têkildarî ragihandina Qudsê wek paytexta Rêjîma Sîyonîst encama lawazîya wan zanî û got: Cîhana islamê bê guman li hemberî vê komployê disekine û sîyonîst bi vî karî yê derbeyeke mezintir bixwen û Filistîna ezîz bê guman yê bê azadkirinê.