Mijdar 15, 2017 17:31 Asia/Tehran
  • Ruhanî: Hebûna zilhêzên biyanî tu xêreke xwe jibo navçê tunebûye

Serokê Komara Îslamiya Îranê, bal kişande ser vê yekê ku hebûna zilhêzên biyanî tu xêreke xwe jibo navçê tunebûye û destnîşan kir: Encamên hebûna zilhêzên biyanî li navçê, geşbûna firotina çekan, pêkanîna nakokiyan û lîstina bi bihaya niftê bûye.

Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê, roja çarşemiyê li civîna taxima dewletê, bal kişande ser vê yekê ku her dema rayedarên amerîkî hatine navçê, demlidest piştî wê, agirê şerr û kêşê li pişkek ji navçê gurr bûye û got: Bi xwetêkiliya hêzxurtên derveyî, şerrên mezin li Iraq, Efxanistan, Sûriye û Yemenê qewimîne.

Ruhanî destnîşan kir: Xelkê bêberevan ê Yemenê, çend sal in ku tûşî pirsgirêkên jiber nexweşî, hejarî û bombebaranên bidûhev hatine û jiber çi welatek wiha zextê tîne ser xelkê bêsûc ê Yemenê û hîn jî cinayetên xwe berdewam dike.

Serokê Komara îslamiya îranê, herwiha got: Li hember van cinayetan, Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) bêdeng maye û tu helwêsteka webirr nagire ber xwe û zilhêzên rojavayî jî pişta van cinayetan digirin.

Wî xwetêkiliya aşkera ya li welatekî serbixwe ya wek Libnanê û eva ku ji kesekî bixwezin îstîfayê bike û kesekî din dewsa wî bibijêrin, karekî kêmmînak li Dîrokê da zanîn û xitabî xwetêkilkeran got: Hûn kê ne û bi palpiştiya çi hêzekê karên wiha dikin, hûn fikir dikin ku diravê we heya kêderê dikare bibandor be.

Serokê Komara îslamiya Îranê, destnîşan kir: Eva ku welatek li navçê ji Rejîma Siyonîst bixweze û lavahiya wê bike ku xelkê Libnanê bide ber bombeyan, pirr cihê şermê ye.

Ruhanî destnîşan kir: Komara îslamî ya Îranê, piştgira mezlûman bûye û wê bimîne jî û îran nikare bibîne ku terorîst êriş bibine ser xelkê bêsûc û misilman.