Mijdar 14, 2017 10:31 Asia/Tehran
  • Desteyeka taybet ji aliyê Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî va gihîşte navçeyên erdhejhatî li Kirmaşanê

Huset ul-îslam wel-Muslimîn Evdilhusêyn Muezî di serê desteyekê ji aliyê ofîsa Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî va îro anku Sêşemiyê bi mebesta serîlêdana li navçeyên erdhejhatî û hilkolandina pêvajoya xizmetgihaniya bi ziyandîtiyên erdhejê gihîşte Kirmaşanê (li rojavaya Îranê).

Li gorî rapora IRNA`yê, Huset ul-îslam wel-Muslimîn Evdilhusêyn Muezî nûnerê Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî li Civata Hîva Sor a Îranê û desteya pêra, dê li koma ziyandîtîyên erdhejê amade bibin ta bi seredana ji navçeyên xisradîtî, rewşa heyî û pirsgirêkan hilkolînin.

Hucet ul-Îslam wel-Muslimîn Mehmûd Mihemedî Iraqî nûnerê gelê parêzgeha Kirmaşanê li Civata Şarezayên Rêbertiyê û hejmareka berpirsên Civata Hîva Sor a Îranê, hevrêtiya Huset ul-îslam wel-Muslimîn Evdilhusêyn Muezî di vê seferê dikin.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, hezretê ayetullah Xamineyî roja Duşemiyê li peyameka sersaxiyê bo gelê Îranê ji tevahiya rêxistinên leşkerî û yên din ên welêt xwest ku bi hemî hêz û şiyan û derfetên xwe bigihêjin hawara ziyandîtiyên ji ber erdhejê.

Erdhejek bi mezinahiya 7.3  a pêlên hundirîn ên erdlê (Rîştir) êvara Yekşemiyê deverên cûrbicûr ên rojavaya Îranê her wiha navçeyên bakurê rojhilata Iraqê hejand. Heta niha ji ber vê erdhejê li Îranê 423 kesî jiyana xwe ji dest dane û heft hezar û 156 kes jî birîndar bûne. Her wiha heta niha 193 erdhejên biçûktir parêzgeha Kirmaşanê hejandine.

Bicihkirina awarte ya xelkê ji destpêka qewimîna erdhejê dest pê bûye û hawargihanîya bo ziyandîtiyên ji ber erdhejê bi îmkan û derfetên Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, artêş  Besîcê hema wisa didome.

Nexweşxaneya Çolê jî li navçeyên erdhejhatî hatiye vekirin û hêzên xwebexş bo navçeyê hatine şandin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê sibeha îro anku Sêşemiyê ji bo seredana navçeyên erdhejhatî li parêzgehên rojavayî yên welêt, gihîşte parêzgeha Kirmaşanê.

Berpirsên leşkerî û rêxistinên cûrbicûr û rayedarên leşkerî ji wan fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, serdar serleşker Mihemed Elî Ceferî, û fermandarê giştî yê artêşa Komara Îslamî ya Îranê, Evdilrehîm Mûsewî, ji bo hilkolandina rewşê û plandarêştinê li navçeyên erdhejlêhatî amade bûne.

Li ser fermana serokê Komara Îslamî ya Îranê, wezîrên karên hundir û tendurustî, derman û perwerdehiya pizişkî û serokê Civata Hîva Sor hevrê digel tîmek ji Saziya Serokomartîyê çûne navçeyên erdhejhatî li parêzgeha Kirmaşanê.