Cotmeh 13, 2017 09:03 Asia/Tehran
  • Artêşa Îranê helwestên Trump li hemberî Sipahê Pasdarên Inqilabê şermezar kirin

Artêşa Komara Islamî ya Îranê li daxûyanîyekê helwest û gotinên Donald Trump serokomarê Amerîkayê li dijî Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê şermezar kirin.

Artêşa Komara Islamî ya Îranê şeva buhurî li vê daxûyanîyê bêrêzîya li Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî bêrêzîya li hemî Nizama Komara Islamî ya Îranê zanî û li ser yêketî û hevgirtina hêên çekdar nemaze Artêş û Sipahê Pasdaran wek destekî sekinî.

Artêşa Komara Islamî ya Îranê herwiha ragihand ku heke pêngavên hêzên çekdar nemaze yên Sipahê Pasdaran nebana, têrorîsmê yê gellek welatên navçê bigrtana ber xwe.

Artêşa Îranê pêgirî kir ku artêş û Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê hevdil û hevgirtî, armancên bilind ên nizama pîroz a Komara Islamî ya Îranê parastine û yê biparêzin.