Cotmeh 12, 2017 09:27 Asia/Tehran
  • Salihî: Heke Amerîka rêketinama navokî binpê bike, yê dûhatên navnetewî yên vî karî hebin

Alîkarê serokomar û serokê Sazîya Ênêrjîya Atomê ya Îranê li civîna digel hejmareke bijareyên mêdyayî û lêkolînerên zankoyên Ingilîsê ragihand ku binpêkirina rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê ji hêla Amerîkayê va, yê dûhatên navnetewî hebin.

Elî Ekber Salihî şeva buhurî li civîna tev bijareyên mêdyayî li Londonê, helwestên welatên ewropî û endamên din ên Koma 5+1`ê têkildarî piştgirîya ji rêketinama navokî û neyarîya li hemberî nêrînên serokomarê Amerîkayê di warê binpêkirina vê rêketinama navnetewî de girîng zanîn.

Serokê Sazîya Ênêrjîya Atomê ya Îranê pêgirî kir: Komara Islamî ya Îranê yê li gorî pêngava dewleta Amerîkayê ya têkildarî rêketinama navokî biryara pêwîst bide.

Elî Ekber Salihî serokê Sazîya Ênêrjîya Atomê ya Îranê sêşemê şevê li gorî gazîkirina fermî ya Borîs Canson wezîrê karên derve yê Ingilîsê giheşte Londonê.