Cotmeh 11, 2017 20:41 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Salihî digel endamên Komîteya Peywendîyên Derve ya meclisa Ewam a Ingilîsê

Serokê Sazîya Enerjiya Atomê ya Îranê îro digel endamên Komîteya Peywendîyên Derve ya meclisa Ewam a Ingilîsê li bajarê Londinê gotûbêj pêk anî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Elî Ekber Salihî serokê Sazîya Enerjiya Atomê ya Îranê û endamên Komîteya Peywendîyên Derve ya meclisa Ewam a Ingilîsê li vê civînê dilgiranîyên têkildarî mewqî, hitbar û riyên sekinîna li hemberî gefên dewleta Amerîkayê yên dijî rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê  hilkolandin.

Salihî piştî hevdîtina tev Borîs Canson wezîrê karên derve yê Ingilîsê, bi endamên Komîteya Peywendîyên Derve ya meclisa vî welatî re hevdîtin pêk anî.

Borîs Canson li vê hevdîtinê ser piştgirîya Londonê ji rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê sekinî.

Sazîya Enerjiya Atomê ya Îranê Elî Ekber Salihî şeva buhurî li gorî gazîkirina fermî ya wezîrê karên derve yê Ingilîsê Borîs Canson giheşte Londonê.