Rûsiya:Îranê berpirsyariyên xwe yên li çarçova rêketinnama navokî cih anîne
Sergeyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsyayê tekez kir ku xebatên navokî yên Îranê berûvajiya îdiaya Waşengtonê tam li gor rêketinnama navokî ye.
Li gorî rapora Sputnikê, Lavrov roja çarşemê piştî hevdîtina tev Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Sûçiya Rûsyayê got: Îranê hemî pêsparteyên xwe li gor xwestekên Ajans Navneteweyî ya Enerjiya Atomê cih aniye.
Li gorî gotina wezîrê karên derev yê Rûsyayê, Yokiya Amano, rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Navokî heya niha bi caran sekinîna Îranê ser rêketinnama anvokî piştrast kiriye.
Yokiya Amano, rêveberê giştî yê Ajansa navneteweyî ya Enerjiya Atomê roja duşemiya vê hefteyê li destpêka civîna demsalê ya konseya hukimdarên ajansê li Viyanayê, cardinê ser berpirsiyarbûna Îranê ser berpirsiyariyên xwe li hevhatina navokî tev koma 5+1`ê tekez kir.
Hevhatian navokî ya Îranê û koma 5+1`ê ji Çileya 2016`an cih hatiye û dewleta Emerîkayê wek yek ji endamên vê komê tim li riya cihanîna rêketinnama navokî berbend çêkiriye.