Îlon 13, 2017 16:19 Asia/Tehran
  • Rêberê giranqedir ê inqilabê: Civata Kifşkirina Xêr û Kara Nizamê divê inqilabî fikir bike û pêngavan rake û inqilabî bimîne

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê, ``kifşkirina meslihetê``, rawêjkarîya di warê kişfkirina sîyasetên giştî de`` û ``raberkirina rêçareyê jibo pirsgirêkên welêt`` wek sê erkên girîng ên Civata Kifşkirina Xêr û Kara Nizama Îranê bi nav kirin û tekez kir: Civata Kifşkirina Xêr û Kara Nizamê divê sedî sed inqilabî fikir bike û pêngavan rake û inqilabî bimîne.

Hezretê ayetulah Xaminêyî, rêberê giranqedir ê inqilaba islamî îro li hevdîtina digel serok û endamên dewra nû ya Civata Kifşkirina Xêr û Kara Nizama Îranê erka giran û hestyar a vê civatê li warê `` kifşkirin û cihanîna biryara meslihet`` bi bîr xist û got: Civata Kifşkirina Xêr û Kara Nizama Îranê di warên ku mesliheteke girîng heye û nêrîna meclisa şêwra islamî guncavtir ji ya Konseya Parêzvana Destûra Bingehîn dizane de, divê vê yekê berçav bigire ku mesliheta ku ser navê sanewîye ye, divê gellekî girîng, misoger û zelal be û bi nêrîna pirranîya tam û pejirandî ya Civata Kifşkirina Meslihetê, ew jî jibo demeke kifş û demkî cih were.

Hezretê ayetulah Xaminêyî herwiha got: Bicihanîna meslihetê divê li gorî nêrîneke demdirêj û ne rojane û demkî be û jibo kifşkirina wê, nîqaşên deqîq, tam û bibelge bi amadebûna çalak a hemî endaman ji wan feqîhên Konseya Parêzvana Destûra Bingehîn be.

Rêberê giranqedir ê inqilabê, serê xwe girtina erka duyem a Civata Kifşkirina Xêr û Kara Nizama Îranê ango `` raberkirina rawêjkarîyan jibo rêber di warê kifşkirina sîyasetên giştî yên nizamê de`` hewcedarê hilkolandinên deqîq û giştîalî zanî û got: Sîyasetên giştî çarçêva nizamê li meseleyên curbicur kifş dikin û gellekî girîng in.

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî, rêzebendîya sîyasetên giştî li meseleyên mayinde û demdirêj bi mijarên demkî pêwîst zanî û bi bîr xist: Mimkin e ku hin sîyasetên giştî hewcedarê venihêrîn û birojkirinê bin û hinek jî tam dema wan derbas bûbe.

Hezretê ayetulah Xaminêyî temî da serok û endamên Civata Kifşkirina Xêr û Kara Nizama Îranê ku li warê kifşkirina sîyasetên giştî digel nîqaşên alimane, bibelge, bi şarezatîyê û deqîq, li gorî yeqînê û bi awayekî qahîm kar bikin û got: Wisan pêngavan rakin ku sîyasetên giştî, `` xurt, deqîq û bi gotin û peyvên zelal û kêrhatî`` bin ta ku piştî demeke kurt hewcedarê venihêrîn û guhertinê nebin.

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî bi bîr xist: Civata Kifşkirina Xêr û Kara Nizama Îranê, Îmam Xumêynî (RE) tîne bîra mêriv û hasila inqilabê ye û li pêvajoya birêvebirina welêt gellekî girîng e, lewma divê fikr û hizrên Îmam Xumêynî (RE) û inqilabê tam li vê Civatê hikimdar bin, inqilabî fikir bike û pêngavan rake û ti biryar û pêngaveke wê cida ji bingehên sereke yên inqilabê û mîrasa giranbuha ya Îmam Xumêynî (RE) nebin.