Rûhanî: Rêketinnama navokî ser qezanca Îranê , navçê û cîhanê ye
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Rêketinnama navokî ser qezanca Îran, navçê û hemî cîhanê ye û her kesê ku bixweze derbeyê li rêketinnama navokî bixe, derbe li xwe û welatê xwe xistiye.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî, îro yekşemê li civîna taxima dewletê, bal kişand ser gotinên vê dawiyê yên Doanld Trump serokkomarê Emerîkayê li dijî rêketinnama navokî û got: Îdiaya serokkomarê Emerîkayê derheq vê yekê ku rêketinnama navokî hevhatina herî xirab a dîrokê ye, rast nîne jiber ku , tiştê ku di rêketinnama navokî giring e, mesela hevhatinê û serketina jibo hemî aliyan e û tu carî mesela birin-dorandinê di rojevê de nebûye.
Rûahnî destnîşan kir: Ger Emerîka bixweze li dijî rêketinnama navokî gavan bavêje, hemî cîhan derdikebve pêşberî wê ji ber ku welatên cîhanê li dijî wan kesan in ku bixwezin rêketinnama navokî lawaz bikin.
Rûhanî her wiha got: Dewleta Îranê li cihanîna sozên xwe li riya cihhatina duruşmeya xwe ya `` rizgarkirina aboriyê, hevkariya kêrhatî tev cîhanê û vejiyandina exlaqê`` gavên pir baş û giring rakirine.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser beşdariya 130 rayedarên pilebilind ên biyanî, nûnerên 105 welat û Rêxistina navneteweyî li merasima sondxwarinê ya dazdehemîn dewra serokkomariya Îarnê li Têhranê û tekez kir: Hin kes dixwezin Îranê li cîhanê bixin tecrîdê, lê cîhan bi dengê bilind raghand ku Îranê neketiye tecrîdê.