Salihî: Îran dê îxrackirê herî mezin ê radyodermanan li rojava Asiyayê bibe
Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê bal kişand ser xebitandina sermaya 60 milyon Euroyî li berhemanîna cureyên radyodermanan li Îranê û got : Îran li çar salên tê dê bibe derfiroşerê herî mezin ê radyodermanan li rojava Asiyayê.
Elî Ekber Salihî serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê roja yekşemê li nav koma nûçegihanan li Tehranê û got : Ewlewiyeta herî giring a Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê, pêşdebirina hemî berûlayên xebatên pêşeya navokî ye.
Salihjî bal kişand ser bernama çêkirina du yekînên hêzgeha navokî li Bûşihrê bi hevkariya Rûsiyê û got : Peymana çêkirina nexweşxana navokî jî ku li rojava Asiyayê bê mînak bûye, hatiye girêdanê.
Serokê Rêxistian Enerjiya Atomê ya Îranê destnîşan kir: Li dewra nû ya xebata Rêxistian Enerjiya Atomê ya Îranê meselên curbicur mîna tesbîtkirin û derxistian niftê, pîşran, meselên lêkolîn û berfirehkirinê, santrîfiyûjên nivşa nû û radyodermanan di rojevê de ye.
Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ay Îarnê, 10 Tebaxa îsla bi hukmekê Elî Ekber SAlihî bo cara dudiyan wek serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê bijart.