Tebax 13, 2017 07:55 Asia/Tehran
  • Balyûzê Rûsiyê li Îranê: `Hevkariyên du welatan baş e`

Balyozê Rûsiyê li Îranê tevî nirxandina erênî ya hevkariyên du welatan li beşên cûrbicûr bi taybet beşa leşkerî û siyasî, got: ``Roja îro Îran û Rûsiye li Sûriyê û li kêleka hevdu destkeftên girîng li rêya têkoşîna hem,berî têrorîsmê bi dest xistine``

Li gorî rapora IRNA`yê ji Kirmaşanê, Lowan Cagariyan, balyozê Rûsiyê li Îranê êvara şemiyê li jevdîtina digel parêzgarê Kirmaşanê, Esedullah Razanî, bal kişande ser jhevkariyên Mosko û Têhranê di salên dawî da û li ser meyl û meraqa berpirsên Rûsiyê ji bo xurtkirina peywendiyên digel Îranê pêgirî kir.

Balyozê Rûsiyê li Îranê li vê hevdîtinê, hevkariya nêzik a du welatamn ji bo şerê dijî komên têrorîst li Sûriyê wek xeleke girîng li hevkariyên du welatan li beşa leşkerî û ewlehiyê da zanîn.

Cagariyan li vê hevdîtina tev waliyê Kirmaşanê her wiha plêşniyar kir ku ev parêzgeh digel parêzgeha Çîlamîsa Rûsiyê ku li navçeya Orala Başûr cih girtiye û yek ji parêzgehên pêşketî yên Rûsiyê ye, têkilliya destexwengiyê daynin.

Wî destnîşan kir: ``Em li balyozxaneyê li çarçêva îmkan û derfetên xwe dikarin li gorî hewcetiya bo vîzayê ji bo sefera taximên kirmaşanî bo Rûsiyê, vê pêvajoyê bilezînin.

Balyozê Rûsiyê berêvariya şemiyê di serê taximeke aborî bi mebesta befirehkirina peywendiyên aborî gihîşte Kirmaşanê û îro anku Yekşemiyê digel çalakên beşa sivîl a vê parêzgehê cuivîn û hevdîtinan pêk tîne.