Ji ber zexta rejîma Erebistanê, Kuweytê 12 kes bi tawana têkilîya ewlehîyê bi Îranê re girtin
Tebax 12, 2017 19:23 Asia/Tehran
Memûrên ewlehîyê li Kuweytê piştî çend hefteyan lêgerînê 12 kes li nebûna wan li dadgehê, ew mehkûmî sîxorîya jibo Îranê û Hizbulahê kirin û piştre ew girtin.
Li gorî rapora kanala Al Alamê, wezareta karên hundur a Kuweytê îro idia kir endamên Koma Ebulî li deverên curbicr ên vî welatî hatine girtine. Dezgehên dadwerî û ewlehîya Kuweytê idia dikin wan kesana lêzanîn didian Îran û Hizbulahê.
Komara Islamî ya Îranê têkilîya xwe bi endamên vê komê re ret kirîye. Sêkrêtêrê giştî yê Hizbulaha Libnanê jî li axavtina xwe ya herî dawîyê ragihand: Ti yek ji endamên Hizbulahê pişkdarî koma Ebdulî nebûne.