Tîrmeh 18, 2017 16:16 Asia/Tehran
  • Pişkdarîya Îranê li civîna Codex`ê li Jênêvê

Çilemîn civîna Komîteya Hevdengîyê ya Istandardên Xwarekê (Codex) bi pişkdarîya berpirsên Sazîya Cîhanî ya Tenduristîyê (WHO), Sazîya dexl û cotkarîyê ya NY (FAO) û welatên endam li Jênêva Swîsê destpê bû.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, berî vekirina fermî ya vê civînê, komîteya hevdengîya navçeyî ya Rojhilata Nêzîk bi aramnca hevdengîya nêrînên endamên navçê bi serokatîya Neyire Pîrûzbext seroka Sazîya Netewî ya Istandarda Îranê hat lidarxistin.

Li civîna sereke ya Kodeksê (Codek), hevdengkirên 6 komîteyên navçeyî yên Afrîqa, Amerîkaya Latîn, Ewropa, Asya, Amerîkaya Bakûr û Rojhilata Nêzîk, rapora komîteyên têkildar raber kirin.

Ev civîna her sal bi merema hilkolandin û pejirandina istandardên navnetewî yên xwarekê bi berçavgirtina meseleyên ewlehî û tenduristîyê yên bikarîner û hêsankirina ticaret û danûistandina xwarekê di navbera welatan da tê lidarxistin.

Endamên Komîteya Welatên Rojhilata Nêzîk a Kodeksê bi 16 dengên Erê îsal jibo cara duyem, Komara Islamî ya Îranê mideha du salan wek hevdengkira vê komîteyê bijartin.

Di sala 2015`ê da li civîna navçeyî ya Sazîya Cîhanî ya Tenduristîyê (WHO), Sazîya dexl û cotkarîyê ya NY (FAO), rêvebirîya Komîteya FAO/WHO`yê ya welatên Rojhilata Nêzîk sipartibûn Komara Islamî ya Îranê.

Nunerên Sazîya Netewî ya Istandarda Îranê bi sergêrîya Neyêrê Pîrûzbext seroka Sazîya Netewî ya Istandarda Îranê yê heta 23`yê Tîrmehê li civîna Kodeksê pişkdar be.