Tîrmeh 18, 2017 10:20 Asia/Tehran
  • Hişyariya Zerîf bo Trump: Dosiya derketina Îranê ji Rêketina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1ê li ser masê ye

Wezîrê karên derve yê Îranê hişyarî da serokkomarê Îranê ku eger Waşîngton ji viya pirtir Rêketina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1ê binpê bike, Îranê dê ji nav vê rêketinê derkeve.

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li gotûbêja xwe ya tev National Interestê li bara vê pirsê ku Waşîngtonê bi caran naveroka Rêketina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1ê binpê kiriye, destnîşan kir: ``Eger ew binpêkirina naveroka Rêketina Navokî ji aliyê Waşîngtonê bibe sebeba nekarayiya vê rêketinê, Îran wê çaxê dê ji nav rêketina navokî derkeve``.

Wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir: ``Îranê heta niha hemû soz û qirarên xwe yên gorî Rêketina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1ê bi tamî cih anîne û niha jî berê xwe daye komîsiyona hevpar a Rêketina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1ê û  arxayîn e ku bo her binpêkirineke Amerîkayê dê rêçareyek peyda bike.

Îranê û Koma 5+1ê ( Ingilîs, Fransa, Rûsîya, Çîn, Amerîka û Almanîyayê) di 14`ê Tîrmeha sala 2015`ê da rêketinameyek li bara bernama navokî ya Têhranê wajo kirin.

Cihanîna vê rêketinamê di 16`ê Çileya sala 2016`an da destpê bû lê Amerîkayê bi caran ev rêketina navokî binpê kiriye.