Tîrmeh 15, 2017 17:29 Asia/Tehran
  • Peyama sersaxîyê ya Rûhanî bi boneya koça dawîyê ya zîreka matematîka Îran û cîhanê

Serokê Komara Islamî ya Îranê li peyamekê ji ber koça dawîyê ya Meryem Mîrzaxanî zîreka navdar a matematîka Îran û cîhanê sersaxî da.

Miryem Mîrzaxanîyê ku mîdala Fîldz bidest xistibû û mamosteya matematîkê bû, ji ber nexweşîya penceşêrê di temenê 40 salîya xwe da li nexweşxaneyeke Amerîkayê koça dawîyê kir.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokomarîyê, Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îramê li vê peyamê nivîsî: Menşûrbûn û zîrekatîya bêhempa ya vê zanyara xuliqkar û mirova xeşîm ku navê Îranê li civatên zanistî yên cîhanî bilind kir, xaleke werçerxanê li nasandina hewldan û vîyana bilind a jin û ciwanên îranî di rêya bidestxistina şanazî û pileyên cîhanî da bû.

Rûhanî rêz li xizmetên zanistî û berhemên mayinde yên Miryem Mîrzaxanîyê girt û jibo binemal, kes û xizmên wê, ji Xwedê teala sebir û hedar xwest.

Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve, Elîekber Salihî serokê sazîya eenrjîya atomê, Mihemed Ferhadî wezîrê zanist, lêkolîn û têknolojîya Îranê û Gerî Loyîs nunrê NY li Têhranê jî li peyamên cida ji ber koça dawîyê ya vê bêhempaya matematîka îranî sersaxî dan.

Miryem Mîrzaxanî di meha Gulana 1977`ê li Têhranê hat dinê.

Vê zîreka bêhempa ya îranî piştî kutakirina qonaxa lîsê, lîsansa matematîkê ji Zannîgeha Pêşeyî ya Şerîf a Îranê wergirt û jibo domandina xwendinê çû Zanîngeha Harvard a Amerîkayê û di sala 1999`ê de dema ku li Zanîngeha Pêrîntsonê mijûlê lêkolîn û dersdayînê bû, karî rêyekê jibo çareserkirina pirsgirêkeke matematîkê peyda bike.

Mîrzaxanîyê di sala 2014`an de ji ber xatirê lêkolînên di warê dînamîk û hendesê de, mîdala Fîldzê wergirt ku xelata herîbilind a warê matematîkê ye.

Mîrzaxanî yekemîn jin û yekemîn îranî ye ku karîye mîdala Fîldzê bidest bixe.