Îranê operasyona terorîstî li Parîsê şermezar kir
Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê operasyona terorîstî ya pênemiyê şevê li kolana Şanzêlîzê ya Parîsê şermezar kir û tev xelkê Fransayê hevderdî kir.
Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê roja înê destnîşan kir: Sersarî û piştgiriya ji terorîstên cinayetkar ku nîşana pîvanên ducûre yên rojavayî li hember terorîzmê ye, bûn baîs ewna ji bo cihanîna operasyoneke terorîstî li dilê Ewrûpayê wêratir bin.
Qasimî her wiha got: Komara Îslamî ya Îranê cardinê tekez kir terorîzm, yekim û xetera herî destxwe li hember aşitî, aramî û ewlehiya cîhanî ye ku ji bilî pêkhatina lihevfehmkirinê û viyana cidî û sadiq navbera endamên civaka navneteweyî dê çareser nebe.
Piştî gulleavêtina pênşemiyê şevê ya endamên grûpa terorîst a DAIŞ`ê li kolana Şanzêlîza Parîsê li Fransayê, efserkeî polîs hat kuştin û sê kes jî birîndar bûn.