Nîsan 20, 2017 07:50 Asia/Tehran
  • Rûhanî gihîşte parêzgeha Farsê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê êvara çarşemiyê bi merema beşdariya li rêûrisma roja rêzgirtina li "Seidî" hevbestvanê binavûdeng ê îranî û behrewergirtina ji 400 projeyên avedaniyê li parêzgeha Farsê li başûrê Îranê, gihîşte bajarê Şîrazê (navenda parêzgeha Farsê).

Li gorî rapora IRNA`yê, li sefera bo parêzgeha Farsê hejmarek ji wezîr û endamên taxima dewletê hevrêtiya Hesen Rûhanî dikin.

Li rojhejmêra fermî ya Îranê roja 1`ê Meha Ordîbihiştê (Koça Tavî) anku 21`ê Nîsanê wek roja rêzgirtina li "Seidî" hatiye diyarkirin.

Her salê bi vê boneyê bernameyên cûrbicûr li tirba vî helbestvanê nasyar û navdar ê îranî li bajarê Şîrazê tê lidarxistin û li hinek ji welatên cîhanê jî rêz li vî kesayetiyê binirx ê wêjeyî yê Îranê tê girtin.