May 23, 2020 14:26 Asia/Tehran
  •  Welatên rojavaya Asyayê li dijî biryara AFC'yê derketin

Rojnameyeke qeterî îdia kir ku welatên rojavaya Asyayê li dijî lidarxistina Lîga Qaremanên Asyayê li welatekî derketine û çar pêşbirkên mayî yên qonaaxa komkî dê bi awayê hatûçûn pêk bên.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Rewşa lidarxistina dewama pêşbirkên mayî yên Lîga Qaremanên Asyayê-2020 hema wisa nediyar e.

Her rojê medyayên cûrbecûr ji wan welatên Qeter û Imaratê ku nûnerên wan ên bibandor li Konfederasiyona Fûtbala Asyayê hene, hin nûçeyan ji pêşniyarên cûrbecûr ên endamên Komîteya Pêşbirkan diweşînin.

Îro Şemiyê rojnameya Istad El Dûheyê ragihand ku welatên rojavaya Asyayê li dijî lidarxistina Lîga Qaremanên Asyayê li welatekî derketine û çar pêşbirkên mayî yên qonaaxa komkî dê bi awayê hatûçûn pêk bên û Piştra qonaxa heşt yeka dawiyê, çar yeka dawiyê û beriya fînalê dê tenê bi awayê yek-pêşbirkî were lidarxistin.