Pêşbirkên Opên Ên Behreynê, tîma tenîsa ser maseyê ya nûciwanên Îranê medala Zêrê ya cîhanê bi dest xist
Sibat 11, 2019 18:28 Asia/Tehran
Tîma nûciwanan a Îranê bi işkestdayîna tîma Komara Çêkê bû qehreman û medala zêrê ya pêşbirkên opêna cîhanî li Behreynê bi dest xist.
Li gorî rapora Mêhr Newsê, pêşbirkên opêna cîhanî ya nûciwan û ciwanan li Behreynê ku bi beşdariya 20 tîmên nûciwan û 11 tîmên ciwanan li halê lidarxistinê ye bi qehremaniya nûciwanên Îranê li beşa tîmî bi dawî hat.
Li van pêşbirkan tîma Îranê bi beşdariya Newîd Şems û Muhemed Emîn Semedî bi rahêneriya Emîr Bexşî karîn li pêşbirka dawiyê bi serketina 3-2 li hember komara Çêkê medala zêrê ya van pêşbirkan bi dest bixin.