Zaniyarê îranî xelata akademiya zanstên cîhanê wergirt
Huseyn Beharwend lêkolê îranî li warê silûlên bingehîn, xelata sala 2019`an a akademiya zanistên cîhanê li rişta biyolojiyê wergirt.
Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya IRNA`yê, li çardehemîn konferansa giştî û 28`mîn civata giştî ya akademiya zanistên cîhanê ku li Trîsta Îtalyaylê hat idarxistin, Dr. Huseyn Beharwend, zaniysrê îranî ji ber rola wî ya bi bandor li warê silûlên bingehîn wek hêjayê vê xelatê hat naskirin.
Li gorî vê raporê, ji şanaziyên Huseyn Behrawend wergirtina xelata navneteweyî ya Rêxistina hîndekarî, zanistî û çandî ya UNESCO`yê li warê biyolojiyê li sala 2014`an e.
Her wiha vî zaniyarê îranî di sala 2017`an da wekî yek ji 20 kesên bi bandor li warê silûlên bingehîn ji aliyê malpera resen a The Niche li asta cîhanê hatiye naskirin.
Xelata sala 2019`an a akademiya zanistên cîhanê ( TWAS) sala tê li merasimekê li civîna giştî ya ferhengistana zanistên cîhanê dê were raberkirin.
Xelatên salê yên TWAS'ê li 9 warên zanistên Cotkarî, biyjolojî, Kîmiya, Erdnasî, Stêrknasî û zanistên Gerdûngeriyê, zanistên Endazyariyê, Bîrkarî, zanistên Pizîşkî, fîzîk û zanistên civakî tê raberkirin ku îsal xêncî Dr. Beharwend ji Îranê, çar zanisyar ji Çînê, sê zaniyar ji Arjantînê, kesek ji Taywanê, Hindistan, Malizya, Nîcer û Efrîqaya başûrî bi awayê kesane an hevpar ev xelata bi dest xistin.