Kanûn 06, 2018 15:47 Asia/Tehran
  • Tîma Fûtsala Îranê hilkişya ser pileya pêncan li cîhanê

Tîma Fûtsala Îranê bi hilkişîna pileyekê li rêzbendiya cîhanê, li rêza pêncan cih girt.

Li gor rapora ISNA,  malpera `futsal world ranking`  îro rêzbendiya tîmên neteweyî yên Fûtsala cîhanê diyar kir ku li gor rapora wê tîma neteweyî ya Îranê bi 1665 poenan li rêza pêncan cih girt.

Tîma Neteweyî ya Fûtsala Îranê ku li tûrenmenta sêalî ya Slovakyayê gihêşte dereceya qehremaniyê bi du puenan zêdetir ji Arjantînê li rêza pêncan cih girt.

Li vê rêzbendiyê tîmên neteweyî yên Fûtsala Brazîl, Spanya û Portugalê li pileyên yekim heta sêyem cih girtin û Qezaqistan, Îtalya, Ûkrayîn û Paraguayê jî tîmên heftim heta dehim in.