Nûçeyên kurt ên werzişî
Ji bo cara yekemîn 60 hekem û alîkarên hekeman ji bo qezaweta li Kapa Netewên Asyayê hatin bijartin ku Elîriza Fexanî, Mihemedriza Soxendan û Riza Mensûrî ji Îranê jî di van wan de ne.
Ferzane Tewesolî, golêra tîma netewî ya Beskitbala jinan a Îranê, bû namzeda xelata golêra herî baş a cîhanê.
serketina tîma netewî ya Beskêtbola Îranê li hember Fîlîpînê bû sedema pesindayîna Malpera Federasyona Cîhanî ya Beskêtbolê (FIBA) ji lîstikvanên Îranê, bi taybet pesna Mihemed Cemşîdî û Bêhnam Yexçalî hate dayîn. Tîma netewî ya Îranê li lîstika xwa ya duyemîn a li dewra pêncan a pêşbirkên bijartinê yên Kapa Cîhanî li hember Fîlîpînê lîst û bi encama 78- 70 bi ser ket.
Nûnerê Federasiyona Cîhanî ya Valîbolê bona hilkolandina rewşa bajarê Ûrmiyê bona mazûvaniya Lîga Netewên Valîbolê, seredana vî bajarî kir. Îran li Lîga Netewan a Valîbolê di sala 2019`an de wê du hefteyan mazûvaniya hevrikên xwe bike û li ser biryara Federasyona Valîbolê, mazûvaniya van pêşbirkan dane bajarên Ûrmiye û Erdebîlê.
Cîgirê serokê Komîteya Netewî ya Olempîkê ji vejiyandina Federasyona Navnetewî ya Werzişa Jinên Misilman bi armanca berfirehkirin, xurtkirin û pênasedayîna li werzişa jinên misilman bi parastina sînorên çandî û şerî agahî da.