Zanîngeha Ilm û Sinetê ya Îranê çar medalên mehrîcana Bîkspoya 2018`an bi dest xistin
Mijdar 05, 2018 18:26 Asia/Tehran
Zanîngeha Ilm û Sinetê ya Îranê li mehrîcana navneteweyî ya nûanîna enerjiyê ya BISPO 2018an a Koreya başûrî ya du medalên zêr, 2 medalên zîv û xelata taybet a federasyona navneteweyî ya dahêneran bi dest xist.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRIB News`ê, li mehrîcana navneteweyî ya nûanîna enerjiyê ya Bixpo 2018` an a Koreya başûrî ku 54 plan ji 40 welatên cîhanê hatibûn raberkirin, çar proje ji zanîngeha ilm û sineta Îranê, ji wan berhemanîna dûkelkêşa rojê bi silûla rojê, baştirkirina sîstema hênikirina miqnatîsî, hênikkirina transformerê û palînxana gerok bi şiyana paqijkirina mîkroban pileyên ewil û dudiyan bi dest xistin.