Sara Xadim Ul-Şerîe bû kişikvana herî baş a pêşbirkên Kep Degê li Fransayê
Mijdar 05, 2018 18:20 Asia/Tehran
Tenê nûnera Îranê li pêşbirkên kişika Keb Degê a Fransayê xêncî bidestxistina pila dudiyan a van pêşbirkan, xelata jina herî baş a beşdar jî bi dest xist.
Li gorî rapora Mêhr News`ê, Sara Xadim Ul-Şerîe, tenê nûnera Îranê li pêşbirkên Kebdega Fransayê bû. Ev pêşbirk bi beşdariya piraniya mamsoteyên mezin ên kişika cîhanê bi şêwaza swîsî li 9 dewran hat li dar xistin.
Xadim Ul-Şerîe li ser deweta fermî ya birêxerên pêşbirkên Kep Degê çû bû Fransayê ji sercem pêşbirkan li 9 dewrên van pêşbirkan, 7 puen bi dest xistin û bi awayekî hevpar derket pila dudiyan.