Qayiqajotina Îslalom a ciwanên bin 23 salî ya Asiya-Îranê
Yekim dewra pêşbirkên qayiqajotina îslalom a ciwanên bin 23 salî qehremaniya Asiyayê li Îranê bi nasandina qehremanên takekesî karê xwe bi dawî anî.
Li gorî rapora Mêhr News`ê, sêwem û dawîn roja pêşbirkên Îslalom a ciwanên bin 23 salî ya qehremaniya Asiyayê roja şemiyê 12 Abanê li çemê Kerecê li riya Çalûsê hatiye lidarxistin û serê axir kesên herî baş li Kayakê û Knaoya bin 23 salî û ciwanan hatin nasandin.
Vê sibê jî Yasemen Riza Sultanî li kanoya jinên bin 23 salî medala zîvê wergirt.
Tîma qayiqajotina îslalom a Îranê duh jî li pişka tîmî ya pêşbirkên xwediyê medala 5 medalan bibûn. Îranê bi bidestxistina 9 medalan karê xwe li van pêşbirkan bi dawî anîn.
Yekim dewra pêşbirka qayiqajotina îslalom a ciwanên bin 23 salî ya qehremaniya Asiyayê bi beşdariya heşt welatan ji 1 heya 3 Mijdarê bi mazûvaniya Îranê li navça çemê Kerecê li parêzgeha Elborzê hat lidarxistin.