Çar mîdalên Îranê di destpêka duyemîn roja Para Asyayî ya 2018an
Karwana werzişî ya Îranê di destpêka duyemîn roja Pêşbirkên Para Asyayî ya 2018an a Cakartayê, mîdaleka zêde, zîvek û 2 tûnd bi dest xistin.
Li gorî rapora IRNAyê, Rikeberiyên çiqa Bezê yên Pêşbirkên Para Asyayî ya 2018an îro anku Duşemiyê li werzişgeha Glora Bang Karnoyê ya Cakartayê dest pê bûn û werzişkarên Îranê çar mîdal bi dest xistin.
Li çiqa kewkîkirina giraniyê ya Kilas F32, Yûnis Sêyfîpûr bi tomarkirina dûrahiya 30 mitr û 16 santîmitran mîdala zêrê wergirt û duyemîn zêra Karwana Îranê jî bi dest xist.
Li çiqa Kewkîkirina rimê ya Kilasa F12/13 Bêhzad Ezîzî bi tomarkirina dûrahiya 65 mitr û 62 Santîmitrê û Seyid Irfan Hisênî bi tomarkirina rekora 58 mitr û 17 santîmitrê, piştî werzişkarê Ozbekistanê, bi rêzê mîdala zîv û tûncê wergirtin.
Li çiqa Bazdana dirêjahiyê ya Kilasa T/45/46/47 Zehraya Birnakiyê bi bazdana bi qasî 4 mitr û 51 santîmitrê bû sêyem û karî mîdala Tûncê ya van pêşbirkan bi dest bixe.
Karwana Îranê li Pêşbirkên Para Asyayî ya 2018an bi 208 werzişkaran û li 13 çiqên werzişî beşdar bûye. Îran di du dorên berê yên vann pêşbirkan da, li pileya çaran a Asyayê cih girtibû.