Weznehilgirê nivîşkan ê kurd bû berbijarê weznehilgirê herî baş ê Asyayê
Komîteya Navnetewî ya Weznehilgirtinê ya Par-Olempîkê (IPC), Sîyamend Rehman weznehilgirê nivîşkan ê kurd ê îranî wekî berbijarê weznehilgirê herî baş ê Asyayê li Pêşbirkên Qaremanîya Asyay-Oqyanûsîyê li Japonê da nasandin.
Sîyamend Rehman weznehilgirê kurd ê îranî li çiqa +107 kîlogiramê roja çarşema hefteya buhurî 12`ê Îlonê, di encama Pêşbirkên Weznehilgirtina Nivîşkanan ên Qaremanîya Asyay-Oqyanûsîyê-2018`ê li Japonê, haltera 280 kîlogiramî bilind kir û mîdala Zêr bi dest xist û li rêza yemek cî girt.
Komîteya Navnetewî ya Weznehilgirtinê ya Par-Olempîkê (IPC), dê bi rêya Facebook, Twwiter û Inistagramê weznehilgirê herî baş ê nivîşkan ê Pêşbirkên Weznehilgirtina Nivîşkanan ên Qaremanîya Asya-Oqyanûsîyê-2018`ê ku li Japonê hatin lidarxistin, hilbijêre.
Bilî Sîyamend Rehman weznehilgirê îranî, 2 weznehilgirên jin ên çînî li kêşên 45 û 139 kîlogiramê û Resûl Muhsin weznehilgirê iraqî li kêşa 72 kîlogiramê jî berbijarên weznehilgirên herî baş ên Asyayê ne.
Pêşbirkên Qaremanîya Asyay-Oqyanûsîyê-2018`ê ji 8`ê Îlonê ve li şarê Kîtakîyoşo yê Japonê destpê bûn û roja çarşem 12`ê Îlonê jî bi dawî bûn.
Tîma Weznehilgirên Nivîşkan a Îranê di van pêşbirkana de 2 mîdalên Zêr, 4 mîdalên Zîv û mîdaleke Tûnc bi dest xistin.