Tîma Mêsê Songûnê ya Îranê bû qaremana pêşbirkên futsala Asyayê
Tebax 12, 2018 19:57 Asia/Tehran
Tîma Mêsê Songûnê ya Îranê 4-2 ji tîma Seven Nam a Vîtnamê bir û bû qaremana pêşbirkên futsala Asyayê.
Tîma Mêsê Songûnê ya Îranê ku gihîştibû pêşbirka fînalê ya pêşbirkên qaremanîya futsala Asyayê, 4-2 ji tîma Seven Nam a Vîtnamê bir û bû qaremana pêşbirkên futsala Asyayê.
Di destpêka vê pêşbirkê de tîma Vîtnamê bi golekê li pêş tîma îraîn ket lê tîma Îranê karî 2 caran kela tîma vîtnamî veke û bi vî awayî tîma Mêsê Songûnê ya Îranê 2-1 li pêş bikeve. Di xulekên nêzîkî dawîya nîva yekem a vê pêşbirkê tîma vîtnamî careka din karî kela tîma îranî veke û ev nîva bi encama 2-2 bi dawî.
Di nîva duyem de jî tîma îranî karî 2 caran kela tîma vîtnamî veke û ev pêşbirka bi encama 4-2 bi dawî bû.