Fexanî bû dadwerê pêşbirka pilebendiyê ya Kapa Cîhanî ya Pêgogê
Tîma dadweriyê ya Îranê dê pêşbirka tîmên neteweyî yên pêgogê yên Inglîs û Bêljîkayê li qonaxa pilebendiyê ya Kapa Cîhanî ya Rûsiya 2018an dadweriyê dike.
Li gorî rapora nûçegihanê pişka dinyaya werzişê li koma werzişî ya YJC`yê, Tîma dadweriyê ya Îranê pêkhatî ji Elîriza Fexanî ku hevrê digel Riza Soxendan û Mihemed Mensûrî li Kapa Cîhanî ya Rûsiya 2018an beşdar bû û du pêşbirkên qonaxa komkî ya van pêşbirkan navbera tîmên Almanya û Mêkzîka her wiha Birizîl û Sirbistanê her wiha pêşbirka hestyar a qonaxa heşt yeka dawiyê ya navbera Fransa û Arjantînê dadwerî kiriye û dê pêşbirka pilebendiyê ya Kapa Cîhanî ya Rûsiya 2018an navbera Bêljîka û Inglîsê dadwerî bike.
Nistûr Pîtana jî bi ragihandina fermî ya FIFAyê dê pêşbirka dawiyê ya Kapa Cîhanî ya Rûsiya 2018an a Pêgogê navbnera du tîmên Fransa û Krowasiyê dadweriyê bike.