Tîma Guleşta Azad a artêşa Îranê meqama dudyan a pêşbirkeya guleşta azade artêşên cîhanê aniye dest
May 18, 2018 11:08 Asia/Tehran
Tîma Guleşta Azad a artêşa Îranê bi du medalên zêr, 3 medalên zîv û du medalên Bronz meqama dudyan a pêşbirkeya guleşta azad a artêşên cîhanê aniye dest.
Li gor rapora IRNA`yê, Li kutahiya dewra 33-an a pêşirkeya guleşta azad a artêşên cîhanê li Miskovayê paytexta Rûsiyayê tîma guleşta azade Îranê li weznên 57 û 125 kîlogerem dû medalên zêr vergirt, li weznên 74, 79 û 97 medalên zîv vergirt û û li weznên 61 û 70 kîlogerem jî du medalên Bronz vergirt.
Pêşbirkeya guleşta azad a artêşên cîhanê ji sêşemê 15 Gulanê destpê bû û duh pêncşemê kuta bû.
Pêşbirkeya guleşta Ferengî ya artêşên cîhanê jî ji duh pêncşemê destpê bûye û hetanî 20 Gulanê jî dê bê domandinê.