Destpêbûna civîna Saziya Hevkariya îslamî bona hilkolandina rewşa Filistînê li Istanbûlê
Civîna taybete Saziya Hevkariya îslamî bona hilkolandina rewşa Filistînê û cinayetên Rejîma Siyonîstî derheq gelê Filistînê û veguhestina baylozxana Amerîka ji Telavîvê bo Qudsê , li bajarê Istanbûla Tirkiyê birê ket.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Civîna taybet a du rojiye Saziya Hevkariya îslamî bona hilkolandina rewşa Filistînê û cinayetên Rejîma Siyonîstî derheq gelê Filistînê û veguhestina baylozxana Amerîka ji Telavîvê bo Qudsê , li bajarê Istanbûla Tirkiyê birê ket û li vê civînê karzanên siyasî, wezîrê karên derve û serokkomarên welatên îslamî pişkdariya vê civînê dikin.
Taxima Îranî dê li astekî derecebilind pişkdariya vê civînê bike û Hesen Ruhanî serokkomar û Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê jî pişkdariya vê civînê dikin.